Mirin rastîyek e.Beşa yekemÇerre(çawa) ku dest bi axavtinê kir, ji ber devoka wî min fam kir, ku ew…
انتشار: 2026/07/28 20:19 UTCدریافت: 2026/08/02 16:32 UTCآخرین مشاهده: 2026/08/02 16:32 UTC
Mirin rastîyek e.Beşa yekemÇerre(çawa) ku dest bi axavtinê kir, ji ber devoka wî min fam kir, ku ew Kurd e.Li bajarekî qerîw, dîtina Kurdekî û daxistina dostanîyek teze, cihê kêfxweşîyê û hestek pirr xweş dida meriv.Got ji Kirmanşahê me û ji ber pirsên aborî û malbatî, dûrîya welêt dikşînim.Çiqasî rast an jî derew, karê min pê neketibû, qederek em bi hev re man û çaya dawîya civînê ji ber dilxweşîya wê hevdîtinê, li canê me rûnişt.Wê rojê me bi dilekî ne xwazyar ji hev xatir xwest.Berîya xatir xwestinê, me hejmara xwe da hevdu.Mînanî ku hevdîtina me hezek pirr xweş dabû wî (Hebîb), lomanê rojê carek du caran tilifonî min dikir.Pirranîya gotina wî jî derd û kulên jîyanê bûn, zêdetirî jî ji, jina xwe digazand, carina jî xwe dikir amanc û rexne, ku min çendî firsend ji dest dan û çendî pere kirin zikê hevalên xwênenas û nameriv, ji hemî dinê bêkêf û dilmayî bû.Kula herî mezin û giran a ser dilê wî jî desthilat û zulma dewletê bûWî digot û digazand, para min jî guhdarvanî bû, bê ku dadetîyêk baş û nebaş li ser gotin û mijarên axavtina wî bikim.Li ba xwe min derxist ku, dibe ku Hebîb ji nexweşîya derûnî diêşe, naxwe merivek gelave" asayî" ku ewçend dev nalivîne.Texmîna min dirust, derket.Wî ji nişkave tilifonî min kir ku çend roj in, heba xwe ya nexweşîya derûnî nexwarîye.Bi vê gotinê ez pê hesîyam ku erê ew ji nexweşîya derûnî li êşê û tengîyê ye.Bi min re got, ez bi nexweşîya ducemserîyê ketime, cemserekî min şerker e û ya din xweveşêr e.Dema yê şerker li min siwar dibe, hertiştê dibim asta herî jor, qet jî fam nakim ku çi dikim çi nakim.Mînak; dema axavtinê rê nadim ti kesî, haya min tune ku xwarinê rawestînim, li hertiştê ewqas pêşve diçim ku, ger kesek min hişyar neke, xwe dixeniqînim.Wî ji min daxwaza alîkarîyê kir, got dixtorekî pispor bi min bide nasîn.Min dizanî, derman tenê çare nîne, derdên van kesan tenê ev e.Nexweşîya wan ruhî û derûnî ye û çareya nexweşîyên ruhî jî karên xêrxwazane û goherîna baweran e, loma min li şûna pişîjîşk, hejmara dixtorê derûnas da wî.Çend rojekan ti xeber ji Hebîb nebûn.Hebîb li apartimanekê, bi tenê serê xwe dima.Ew danê şevê dixebitî, li kujergeha mirîşkan kar dikir.Karê wî giran bû, tim bêhna goştê genî dida.Roja pêşemîyê, li ser pêşnîyara min, me xwarinekê pirr baş çêkiribû, ji nişkave Hebîb hate bîra min, ku li vî bajarî qerîb e, û bi tenê dijî, bi tenê jî, xwarin ne tê çê kirin, ne jî tê xwarin.Em li rev û teva xwarin çê kirinê bûn, min alîkarîya xanima xwe dikir, ku Hebîb ji bo min tilifon kir, li paş xetê dest bi girînê kir û got êdî westîyame û koya xwekujîyê daye serê min.Tenê bi min re got, xwe bigihîne ba min, me bi lez û bez çêkirina xwarinê kota kir, û para wî jî min, xiste nava beroşekî piçûk û ez ber bi mala wî ketime rê.Ez piştê çarîkekê gihîştim mala wî, min derî kota û wî, bi dervekirê, derî ji min re vekir.Min bi qasî hilmekê xwe gihande ba wî, li ber derîyê dayêreya xwe, ez pêşwazî kirim.Me hevdu li hembêz kir, hertim bi min re digot, tu ji birayê min jî li pêş î.Ne carek, bi caran wî hezkirina xwe ji min, bi ziman anîbû, ji xwe merivên wiha li hest nîşan danê jî pirr hûr û germ in.Ez derbasî nava malê ku bûm, li pişt me, derî kilît kir, min pirs nekir, lê hestek nahez li min rabû, min fedî kir, bibêjim çima derî kilît dikî?Bîrekî din jî got, gaşê derî baş nayê girtinê loma ew kilît dike.Bi min re got, berîya ku vî karî pêk bînim, çi dixwazî? Dema ku wî deng dikir, berê min li wî nebû, ez çûme nava aşpêzê ku beroşa xwarina ku min jê re anîbû daynime nava aşpêjxaneyê.Carekî din got, qehwe yan çayî !? Min got na spas, tenê hatime, te bibînim û halê te bipirsim.Ew li ser pêyan rawestabû, ji nişkave dest bigirînê kir, ma tu nizanî ez pirr ji te hez dikim.Ez êdî ji vê dinê westîyame û dixwazim xwe bikujim.Bi dengekî bilind zar dikir û girîna wî bibû sebeb ku xwezî û hêstir û ava devê wî tevî hev bibûn.#Dîyar_Elînîya@kaniyadil
